Li Sûrîyeyê bireveberîya nû wek seroka Bankaya Navendê tayîn kir

Li Sûrîyeyê bireveberîya nû Maysaa Sabrîneyê wek serokê bankaya navend tayîn kir.

Ekleme: 31.12.2024 09:25:20 / Güncelleme: 31.12.2024 09:25:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî xebera SANAyê, Sabrîneya ku di warê mihasebeyê de pileya wê ya lîsansa bilind heye, berîya ku bê tayînkirin wezîfeya alîkara yekemîn a walîyê wezîfedar dikir.

Sabrîne, di Cotmeha 2018an de ji tayînkirina midûrê Komîsyona Hikûmetê re heta niha di bankayê de dixebitîya.

Derheqê polîtîkayên Sabrîneyê de zêde hûrgilî nehat dayîn. (ÎLKHA)