Di daxuyanîya ku ji teref Ofîsa Çapemenîya hikumeta Xezzeyê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Artêşa îşxalê, Nexweşxaneya Kemal Advanê şewitand, kir nav rewşekî wisa ku xizmet nayê dayîn. Bi sedan personelên tenduristîyê, birîndar û refaqetvanên wan jî birin cîhekî ku nayê zanîn, bi vê şeklê ji sîstema tenduristîyê re sûcên xwe didomînin.”
Di daxuyanîya ku hat destnîşankirin îşxalkeran bi robotên bombe barkirî derdorê nexweşxaneyê xera kirin, dûre piranîya avahîyê bomberdman kirin de, 5 personelên tenduristîyê şehîd kirin, 180 jê personelên tenduristî, 75 birîndar, nexweş û refaqetvanan tev de ji 350 kesan zêdetir mirovan bi zorê desteser kir.
Hat îfadekirin Filistînîyên ku hatine êsîrgirtin cilê wan ji wan hatine derxistin û ji cîhekî ku nayê zanîn re hatine birin, “Hedefgirtina nexweşxaneyan, parçeyekî polîtîkaya qirkirina sîyonîstan a li dijî gelê Filistînê ye û armanc dike ku sîstema tenduristîyê ji holê rabike. Ji vê sûca ku tê qalkirin, îsraîl, bireveberîya Emrîkayê û welatên wek Elmanya, Îngilistan û Fransa yên ku destekê didin wan bi temamî mesul in.”
Di dawîya daxuyanîyê de ji civaka navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û sazîyên tenduristîyê re banga, “Ji bêdengîyê derkevin û van sûcan bidin sekinandin” hat kirin û hat xwestin ku bila tedbîrên pratîk bêne girtin. (ÎLKHA)