Li Tel Avîvê çalakîya bi kêr: Mirîyek

Li nêzê Tel Avîvê bi kêrê çalakîyek hat lidarxistin, di encama çalakîyê de şênîyekî sîyonîst mir.

Ekleme: 27.12.2024 16:15:23 / Güncelleme: 27.12.2024 16:15:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di seatên serê sibehê de li nêzê bajara Herzlîyaya ku nêzê Tel Avîva îşxalkirîye pîrekek şênî ya sîyonîst di encama çalakîya bi kêrê de mir.

Çapemenîya rejima îşxalker, diyar kir pîreka ku dûçarê çalakîyê bûye serê ewil giran birîndar bûye û dûre jî mirîye, hat îfadekirin ku hêzên sîyonîstan ji çalakîvan re gule reşandine.

Polêsê îşxalê, li ser hîsaba xwe ya medyaya civakî “X”ê daxuyanîyek parve kir û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku mirovekî hatîye desteserkirin.

Polêsê îşxalê diyar kir ku çalakî “bi hîssên netewî” hatîye tertîpkirin, derheqê nasnameya çalakîvanê de jî tu agahîyek nehat dayîn.

Çapemenîya sîyonîstan destnîşan kir ku serê ewil li Herzkîyayê dengê çekan hatîye bihîstin û mirovên birîndar hebûne.

Di demên dawîn de ji herba qirkirina sîyoînstan ku li Xezzeyê û cînayetên ku li Şerîaya Rojavayê didomîne re mîsîlleme têne kirin. Di van demên dawîn de li Şerîaya Rojava û axên Filistînê ya ku di 1948an de hatine îşxalkirin çalajîyên wek kêrkirin û bi wesayîtan zêde bûne.

Li gorî reqemên ku di daxuyanîya ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve hatine belavkirin de, artêşa îşxalê ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve li Xezzeyê di qetlîamên ku lidar xistîye de 45 hezar û 399 kesan şehîd kirîye, 107 hezar û 940 kesan jî birîndar kir. (ÎLKHA)