Cenazeyê Narîn Gûran a di 21ê Tebaxê de li Taxa Tavşantepe ya navçeya Navend Rezana Dîyarbekirê hat windakirin, di 8ê Îlonê de li Çemê Egertutmaz hat dîtin.
Berdevkê HUDA PARê, Wekîlê Êlihê û endamê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê Serkan Ramanliyê ku beşdarî danişînê bû, der barê dozê de nirxandineke kurt kir.
Ramanli got, "Îro em wek Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê ji bo şopandina biryara bersûcên ku ji ber kuştina keça me Narînê tên darizandin li vir in. Em danişînê dişopînin. Wisa xuya dike ku danişîn bidome. Ji ber ku parêznameyên dawîn dê bên girtin Ji bo ronîkirina vê sûcê hovane her kes li vê derê di nava lihevhatinekê de ye."
Ramanli di berdewama axavtina xwe de got, "Gotinên şahidan qedîyan. Dê alî û bersûc hêdî hêdî bên gohdarîkirin, gotinên wan ên dawî bên girtin, paşê parêzerên herdu mexdûr û yên bersûc dê parêznameyên xwe yên dawî û îfadeyên dawî bidin. Ji heyeta dadgehê ya rêzdar re ez nizanim dê îro bi dawî bibe, lê di dawiyê de, ji ber ku rûniştina biryarê ye, îro an sibê hêvîya me ew e ku dadgeh biryara dawîn li ser vê dosyayê bide Bersûcên ku keça me ya nazik bi awayekî hovane qetil kirin, helbet ew ê bên eşkerekirin û cezayê ku heq dike bê dayîn. Ceza çi dibe bila bibe, zehmet e ku mirov bibêje ku dê wijdanê giştî razî bike, lê em jî wek we hêvî dikin ku bi kêmanî sûc bêceza nemîne, edalet pêk were û qatil, sûcdar bên girtin. Cezayê heqê wan e, em hêvî dikin ku em îro li vir bin. Her ku encam hatin girtin, em ê bi we re parve bikin" (ÎLKHA)