Di êrîşa li Sûrîyeyê de 14 polêsên girêdayî rêveberîya nû canê xwe ji dest dan

Wezîrê Demkî yê Karên Hindir yê Sûrîyeyê Mihemed Abdurrahman ragihand ku 14 efserên polês di kemîneke ku ji teref bermahiyên rejîma kevin ve li gundewarê Tartusê hatibû organîzekirin hatin kuştin.

Ekleme: 26.12.2024 13:45:19 / Güncelleme: 26.12.2024 13:45:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîrê Karên Hundir Muhammed Abdurrahman di daxuyanîya xwe de diyar kir ku polêsên girêdayî wezaretê li herêmên gundewarî yên Walîtîya Tertûsê ketin kemîna bermahîyên rejîma kevin.

Li gorî xebera SANAyê, Abdurrahman diyar kir ku di êrîşê de 14 polês canê xwe ji dest dane û 10 kes jî birîndar bûne.

Abdurrahman weha got, "Îro Wezareta Karên Hindir ji bo parastina ewlekarî, aramî û ewlehîyê gelê Sûrîyeyê mînaka fedekarî û azadîyê pêşkêş kir. Heta ku aramî û ewlekarî ji bo gelê Sûrîyeyê pêk neyê ev fedekarî ranawestin û em ê her kesê ku hewl dide destwerdanê li ewlekarîya Sûrîyê û jiyana gelê wê bike, bi kulmek hesinî re rûbirû bibin." (ÎLKHA)