Televîzyona El-Mesîraya ku girêdayê Tevgera Ensarullahê Yemenê ye, daxuyand ku gelek sîxûrên ku ji teref Hamid Hûseyin Fayid Mecli ve hatine wezîfedarkirin ku ji xwe ew jî dihat lêgerîn hatin qefaltin.
Di xeberê de hat îfadekirin ku CIA û Mossad ji van sîxûran re wezîfeyên wek, “Derheqê pisporên ku dijminê sîyonîst hedef digrin, laboratûwar, platform, wesayîtên ku fuzeyan davêjin û baregeh û depoyên çekan ên hêzên behrê û wesayîtên bêînsan yê hewayê de agahîyan kom bikin û wan bişopînin”
Di heman demê de wezîfeya van sîxûran jî, “Derheqê Serokê Ensarullahê Abdulmelîk el-Husî, hinek sîyasetmedar, rayedarên leşkerî û ewlehîyê û mirovên ku li hember Emrîka û îsraîlê dixebitin li ku derê ne de agahîyan kom bikin û wan bişopînin.”
Hat îfadekirin ku ji sîxûran hatîye xwestin ku “Bila van cîhan ji Meclî re bibêjin ku bila balafirên herbê yên dijminan ê Emrîka, îsraîl û Îngilizan li wan xin.”
Hat îfadekirin ku van sîxûran ji bona ku bikevin nav yekîneyên ewlehîyê û hêzên çekdaran jî hatine bikaranîtin.
Ji teref rejima sîyonîst û Emrîkayê ve derheqê meseleyê de daxuyanîyek nehat belavkirin. (ÎLKHA)