Tevgera Ensarullahê axên îşxalkirî bi fuzeyan hedef girt

Tevgera Ensarullahê Yemenê, axên îşxalkirî bi fuzeyan hedef girt. Bi sedhezaran îşxalker ketin nav sitargehan.

Ekleme: 25.12.2024 12:05:23 / Güncelleme: 25.12.2024 12:05:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sîyonîstên îşxalker, daxuyand ku ji ber fuzeyên ku ji Yemenê hatine avêtin li Tel Avîv û derdorê wî sîren lêketine. 9 îşxalkerên ku revîyan sitargehan jî birîndar bûn.

Hat daxuyandin ku ew ê berdevkê leşkerî ya Tevgera Ensarullahê Yahya Serî di seatên pêş de daxuyanîyeke muhîm bide.

Çapemenîya îşxalê jî, diyar kir ku Yemen her şev dibe sebep ku îsraîlî ji nişkav ve ji xwên xwe şîyar bibin û birevin sitargehan. (ÎLKHA)