Karwana Hêvîyê ji zarokên li dibistanê gundan re alîkarîya zivistanê kir

Komeleya Edeneyê ya Karwana Hêvîyê, ji bo zarokên dibistanên gundan bot, mont û cil û bergên zivistanê belav kir û di van mehên sar û sermayê de dilê wan germ kir.

Ekleme: 24.12.2024 14:05:21 / Güncelleme: 24.12.2024 14:05:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Komeleya ku her sal alîkarîyên xwe bi sîstematîkî bikartîne vê salê jî xebatên xwe berdewam kir.

Komele vê salê jî ji xebatên xwe re fealîyetên zivistanê zêde kir û ji zarokên gundan re alîkarîyê kir.

Alîkarê Serokê Komeleya Edene ya Karwana Hêvîyê Cevdet Dîzlek, derheqê xebatê de agahîyan da.

“Me ji zarokên dezavantajî re pêşîvanîyê da”

Dîzlek derheqê ehemmîyeta vê xebatên xwe yên ku ji zarokên dibistanên gundan re li dar xistine re de balan kişand û weha got, “Em wek Karwana Hêvîyê her sal alîkarîya bot û montan dikin, lê vê salê me ji vê kampanyayê re cil û bergên zivistanê jî lê zêde kir. Bi îzna Xwedê me vê salê dibistanên gundan tercîh kir. Di dibistanên gundan de zarokên ku dezavantajîne, di konan de dimînin an jî karkerên çandinîyê ne hene. Me pêşîvanîya xwe da wan. Me piranîya alîkarîyên xwe ji van zarokan re gihand. Kampanyaya me gelek xweş derbas bû. Di van rojên zivistanê de hindik an jî pir me rûyê zarokan kêfxweş kir, ji bo germbûna canê wan û dilê wan em bûn wesîle.”

“Em ji xêrxwazan re teşekûr dikin”

Dîzlek di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku di temamkirina vê kampanyayê de xêra xêrxwazan gelek zêde ye, “Em ji dil û can ji hemû xêrxwazên xwe yên ku di vî warî de alîyê me kirine re teşekûr dikin. Xwedê ji hemûyan razî be. Em hêvî dikin ku bi îzna Xwedê ew ê van alîkarîyan û destekan berdewam bikin. Em wek Karwana Hêvîyê hemû xebatên xwe yên alîkarîyê berdewam bikin.” (ÎLKHA)