Otobusa rêwîyan û tankera sotemenîyê li hev qelibîn: 9 mirî, 15 birîndar

Di qezaya ku li Îranê otobusa rêwîyan û tankera sotemenîyê li hev qelibîn de 9 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 24.12.2024 09:35:20 / Güncelleme: 24.12.2024 09:35:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Berpirsê karûbarên hatinûçûna rê ya Îranê Behrûz Henpûr diyar kir ku otobusa rêwîyan a 24 kesî ku ji bajarê Zahedanê ber bi bajarê Gurganê ve diçû, li ser rêya Sefîdabe-Zahedanê qeza kir.

Hanpur ragihand ku di qezayê de 9 kes mirin û 15 kes jî birîndar bûn.

Piştî qezayê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên xelaskirin û alîkarîyê hatin sewqkirin. Mirovên birîndar piştî alîkariya ewil ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Hat diyarkirin ku qeza ji ber şert û mercên nebaş ên erazîyê û manora ajokarê tankerê ji nişka ve pêk hatiye. (ÎLKHA)