Li Şerîaya Rojava zarokekî pêlê mayîna îxalkeran kir û şehîd bû

Li bajara Beytullahîma Şerîaya Rojavaya îşxalkirî, ji ber teqîna mayîna ku ji artêşa îşxalê mabû zarokekî şehîd ket.

Ekleme: 21.12.2024 14:25:08 / Güncelleme: 21.12.2024 14:25:08 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li gundê Raşaydaya rojhilata Beytullahîmê pêk hat.

Wezareta Tenduristîyê, derheqê bûyerê de daxuyanîyeke kurt da û di daxuyanîya xwe de îfade kir ku di encama teqîna mayîna ku ji teref îşxalkeran ve hatibû tertîpkirin de zarokekî bi navê Muhammed Yaser Alî Raşaydayê 7 salî şehîd ket.

Serokê Meclîsa Gund Cuma Raşayda, di daxuyanîya ku ji çapemenîya mehellî re da de îfade kir ku zarok di seatên serê sibehê de ji bo çêrandina mêşinan çûbû herêma “Wadî El Karas”a rojhilata gund û li wê derê cismekî biyanî dîtîye.

Raşayda, destnîşan kir ku ji ber teqîna wê cîsmê zarok canê xwe ji dest daye û herêm jî berê ji teref artêşa îşxalê ve ji bo perwerdehîya leşkerî dihat bikaranîtin. (ÎLKHA)