Tûgayên Qessam, derheqê du operasyonên ku micahîdekî bi tena serê xwe lidarxistîye de daxuyanî da.
Li ser qenala Telegramê daxuyanî hat dayîn û di daxuyanîyê de weha hat îfadekirin:
“Micahîdekî Qessam, doh piştî nîvroyê li kampa Cîbalîyeya bakurê Xezzeyê sîyonîstekî ku çeka nişangirî dişixuland û alîkarê wî di mesafeya sifirê de hedef girt û wan kuşt.
Piştî bûyerê seatekî paşê, heman micahîd cilê leşkerên sîyonîstan li xwe kir û xwe gihand yekîneya sîyonîstan ku 6 heb bûn û qayîşa li ser xwe ku bombekirî bû teqand, di encamê de mirî û birîndar çêbûn.” (ÎLKHA)