Rejima îşxalker li Xezzeyê dibistanekî hedef girt: 13 sîvîl şehîd bûn

Artêşa îşxalê li Xezzeyê dibistanekî ku sîvîlan xwe sipartibûn hedef girt, di encamê de 13 kes şehîd bûn, ji 30yan zêdetir sîvîl jî birîndar bûn.

Ekleme: 20.12.2024 10:05:23 / Güncelleme: 20.12.2024 10:05:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama êrîşa ku ji teref sîyonîstên îşxalker ve ji Dibistana Şaban er-Rasyê re hat lidarxistin de li gorî diyarîyên ewil 13 kes şehîd bûn, ji 30yan zêdetir sîvîl jî birîndar bûn.

Midûrtîya Parastina Sîvîl a li Xezzeyê, daxuyand ku rejima îşxalker dibistana Şaban er-Rasyeya ku Filistînîyên sîvîl xwe ji ber êrîşan biparêzin sipartibûn bomberdûman kir.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku li gorî diyarîyên ewil 13 kes şehîd bûn, piranîya wan zarok û pîrek ji 30yan zêdetir mirov jî birîndar bûn.

Rejima îşxalker ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Xezzeyê 45 hezar û 129 kesan şehdî kir, 107 hezar û 338 kesan jî birîndar kir. (ÎLKHA)