Rejima îşxalker êrîşî Şerîaya Rojavayê kir: 4 şehîd 3 giran birîndar

Balafirên rejima îşxalker îro li Kampa Tulkerîmê êrîşî wesayîtekî kirin, di encamê de 4 kes şehîd bûn, 3 kes jî giran birîndar bûn.

Ekleme: 19.12.2024 17:05:22 / Güncelleme: 19.12.2024 17:05:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ajansa Xebera Wafayê, diyar kir ku îşxalkeran li Taxa El-Balawnehê wesayîtekî bomberdûman kirin, di encamê de 4 kes şehîd bûn, 3 kes jî giran birîndar bûn.

Di vîdeoya ku derheqê bûyerê de hatîye parvekirin de tê dîtin ku wesayît bi temamî şewitîye.

Bi tevî şehîdbûna van 4 Misilmanan ji serê sibehê vir ve li Şerîaya Rojavayê 6 kes şehîd bûn.

Di êrîşa ku li rojhilata nablusê hatibû kirin de jî gule li ser sîvîlan hatibû reşandin.

Wezareta Tenduristîyê, diyar kiribû Halîma Saleh Ulîla 80 salî ji singa xwe birîndar bûbû û şehîd ketibû.

Hat îfadekirin ku ji 7ê Cotmeha 2023yan vir ve li Şerîaya Rojavayê hejmarê şehîdan derket 824an, hejmarê birîndaran jî derket 6 hezar û 500 kesan. (ÎLKHA)