Li dijî kampa Balataya rojhilata Nablusê vê sibehê li dijî Filistînîyên sîvîl êrîş hat lidarxistin.
Çavkanîyên Hîva Sor, diyar kir ku di êrîşê de zilamekî îxtîyar (65) ji pişta xwe, ciwanekî (21) jî ji zikê xwe birîndar bûn û ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.
Çavkanîyên mehellî, îfade kirin ku di êrîşa artêşa îşxalê de ya li dijî kampê hat lidarxistin, gelek wesayîtên bizirx û dewrîyeyê di nav taxan de xwe bi cîh kirine.
Hat îfadekirin ku di taxên kampê de êrîşên dijwar pêk hatine, hêzên îşxalkeran jî di êrîşê de çek, bombeyên xazê û bombeyên dengan şixulandine.
Hat diyarkirin ku nîşandarên sîyonîstan li avahîyên derdorê kampê cîh girtine. (ÎLKHA)