Serokê AFADê Memîş, derheqê xebatên li Girtîgeha Sednayayê de daxuyanî da

Serokê Bireveberîya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD) Okay Memîş, daxuyand ku di Girtîgeha Sednaya ya ku dihat texmînkirin di nav de însan asê mane de heta niha tu nîşanekî zindîbûnê nehatîye dîtin.

Ekleme: 18.12.2024 14:05:27 / Güncelleme: 18.12.2024 14:05:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê AFADê Okay Memîş, daxuyand ku bireveberîya mehellî, ji Balyozxaneya Şamê ya Tirkîyeyê re miraceat kirine û ew jî ji ber vê yekê bi tevî 120 endam, 4 kuçikên lêgerîn û xelaskirinê, 43 wesayît, cîhazên teknolojîkî û ekîpmanan hatine herêmê, ew di sê cîhan de xebatên xwe temam kirine lê tu nîşanekî zindîbûnê nedîtine.

Memîş weha got, “Me hebo hebo qatan, beşa zemînê, hicreyan, qoxişan û her alîyê avahîyê di nav ehemmîyet û dîqetê de lêgerînan kirin. Bi tevî vêya di hewşê de jî xebatên me berdewam dikin. Di tabelayan de jî nîşan dane ku herêmekî mayîn heye. Ji ber vê yekê divê em di xebatên xwe yên ku di vê herêma vekirî de bikin de gelek bidîqetbin. Bi tevî îdarevana mehellî piştî ku ev herêm ji mayînan hatin paqijkirin wê lêgerînekî dinê jî bikin.

Bi tevî vêya me xebatên xwe yên di nav avahîyê de temam kir. Ew ê sibe jî li vê herêmê xebatên me berdewam bikin. Em wek dewleta Komarîya Tirkîyeyê û gelê Tirk li cem xûşk û birayên xwe yên Sûrîyeyî ne. Di van rojên wan ên zor û zehmet de ji bona ku ji wan re bibin alîkar dixebitin. Me di avahîyan de gelek caran dît ku ev rejima zordar bûye sedema çi. Me ji tiştên rejimê yên xeyrî însanî re şahidîyê kir. Ji ber vê yekê em wek AFADê jî li cem van xûşk û birayên xwe ne. Nîyetekî me yê dinê tineye. Em alîgirê yekbûnîya axê wan in.” (ÎLKHA)