HAMAS: Operasyonên Cenînê ya bireveberîya Filistînê êrîşeke temamkirina zilmê ye

Tevgera Berxwedana Îslamî (HAMAS), operasyonên ewlehîyê ya hêzên ewlehîyê ya Bireveberîya Filistînê ku ev bû 8 roj e berdewam dikin wek “sûceke tam teşekkullî” wesifand.

Ekleme: 18.12.2024 11:05:29 / Güncelleme: 18.12.2024 11:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

HAMASê, bal kişandin ku divê ji bo parastina berxwêderan û şikandina dorpêçê gel û komên berxwedanê seferberîyên xwe bidomînin.

HAMASê weha got, “Operasyonên hêzên Bireveberîya Filistînê ku ev bû 8 roj e li Cenînê didomîne, şopandina berxwedêran û pevçûna bi wan re sûcekî netewî ye. Ev rewş, hewce dike ku ji bo parastina berxwêderan û şikandina dorpêçê gel û komên berxwedanê seferberîyên xwe bidomînin.”

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku domandina operasyonên ewlehîyê ya bireveberîyê, gelê Filistînê ji hemû bangên sekinandina operasyonên û parastina berxwedêran re xwe kerr kirine. HAMASê destnîşan kir ku berxwedan ji bo gelê Filistînê, li hember sûcên îşxalkerên ku ax û nirxên Filistînîyan îşxal dikin mertalekî saxlem e.

HAMASê, bang li hemû komên berxwedanê kir ku ji bo sekinandina van operasyonan seferîyekî bidin destpêkirin û li hember van operasyonan bisekinin.

Xeyn ji vê bangê hat îfadekirin ku gelê bila pişta hev bigrin û çek û guleyên xwe tenê ji îşxalkeran re vegerînin. (ÎLKHA)