Li Sûdanê ji ber şoba kolerayê gelek kes mirin

Li Sûdanê hejmarê mirovên ku ji ber şoba kolerayê canê xwe ji dest dane derket 1235 kesan.

Ekleme: 18.12.2024 10:09:22 / Güncelleme: 18.12.2024 10:09:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezareta Tenduristî ya Sûdanê, daxuyand ku li welat tevahî 47 hezar û 366 weqaya kolerayê heye.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hejmarê mirovên ku canê xwe ji dest dane jî 1235 kes in.

Rayedarên Sûdanî di 12ê Tebaxê de kolerayê wek nexweşîna şobê îlan kiribûn.

Ofîsa Koordînasyona Karên Însanî ya Neteweyên Yekbûyî, di 1ê Cotmehê de diyar kiribû ku 3,4 milyon zarokên Sûdanî di bin rîska nexweşîna şobê de ne. (ÎLKHA)