Sîyonîstên îşxalker êrîşî avahîyekî kirin: 10 şehîd

Di êrîşa asîmanî ya ku sîyonîstên îşxalker li Xezzeyê li dar xistin de, 10 kesên ku di navbera wan de zarok û pîrek jî hebûn şehîd bûn.

Ekleme: 17.12.2024 13:30:21 / Güncelleme: 17.12.2024 13:30:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sîyonîstên îşxalker, li Taxa Derecê avahîyekî hedef girtin. Di dema êrîşê de daîreya ku Filistînîyên ji cîhê xwe bûbûn di nav de bûn hedef girt. Di encamê de 10 Filistînîyên ku di navbera wan de pîrek û zarok jî hene şehîd bûn, gelek Filistînî jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku îşxalkeran hedefgirtina Nexweşxaneya Kemal Advanê didomîne. Ji herêma nexweşxaneyê re bi ÎHAyan ji 10an zêdetir bome hatin avêtin. Di heman demê de ji derdorê nexweşxaneyê re robotên ku teqemenî barkirîne hatine bicîhkirin.

Ji ber êrîşan di nexweşxaneyê ceryan qut bûne, ji ber kêmasîya derman û amûrên tibbî jî rewş gelek xerab e. (ÎLKHA)