Emrîkaya îşxalker êrîşî Yemenê kir

Balafirên herbê yên Emrîkaya îşxalker, ji navendekî fermandarîyê ya ku tê îddîakirin ji teref tevgera Ensarullahê ve tê şixulandin re êrîş li dar xist.

Ekleme: 17.12.2024 09:45:22 / Güncelleme: 17.12.2024 09:45:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Artêşa Emrîkaya îşxalker, daxuyand ku ew ji Sanaya paytexta Yemenê re êrîşeke asîmanî li dar xistin.

Di daxuyanîya ku ji teref Fermandarîya Hêzên Navend yê Emrîkayê (CENTCOM), ve hat belavkirin de weha hat îfadekirin, “Ji teref Hêzên Fermandarîya Hêzên Navend yê Emrîkayê (CENTCOM) ve, di 16ê Kanûnê de, li bajara Sanaya Yemenê ji tesîsekî kontrolê û navendekî fermandarîyê ya ku ji teref Husîyên ku ji teref Îranê ve têne piştgirîkirin re êrîşeke hessas a hewayî hat lidarxistin.

Tesîsa ku hatîye hedefgirtin, di pileya navenda koordînasyona operasyonên Husîyan ku êrîşên li Bendera Adenê û Behra Sor wek li dijî keştîyên bazirganîyê û keştîyên herbê yên Emrîkayê têne kirin de bû.”

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku “Ev êrîşa ku hatîye kirin nîşan dide ku CENTCOM ji bo parastina personelên Emrîka û koalîsyonê, çûn û hatina behrê ya navneteweyî û hevparên herêmî çiqas biqerar re.” (ÎLKHA)