Rejima îşxalker êrîşên xwe yên li dijî Sûrîyeyê didomîne

Îşxalkeran, li bajarên Lazkîye û Tartûsê ji gelek cîhên leşkerî re êrîşên asîmanî li dar xist.

Ekleme: 16.12.2024 11:50:21 / Güncelleme: 16.12.2024 11:50:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejima îşxalker, êvarê li dijî tesîsên leşkerî yên Sûrîyeyê êrîşan li dar xist.

Balafirên herbê yên rejima îşxalker, li rojavaya welatê Sûrîyeyê Lazkîye û Tartûsê ji gelek cîhên leşkerî re êrîşên asîmanî li dar xist.

Di êrîşan de, alaya Parastina Hewa ya 32yemîn, Leşkergeha Leşkerî ya 107emîn, gundên Hureysûn, Harab, Miserhîn û Ballatîyye baregehên leşkerî û depoyên cebilxaneyan hatin hedefgirtin.

Hat îfadekirin êrîşa ku li gundê Hireysuna Tartûsê hat lidarxistin êrîşekî mezin e û di rojeva medyaya civakî de cîh girt.

Hat destnîşankirin ku êrîşa ku hatîye kirin tesîra erdhejeke di mezinahîya 3,0an de derxistîye holê.

Êrîşa ku hat kirin, piştî ku leşkerên Rûs ji herêmê derketine pêk hatîye. (ÎLKHA)