Weqfa Yetîman li Hazroyê temsîlkarî vekir

Sazîya alîkarîyê Weqfa Yetîman  ku ji bo yetîm, sêwî û bêkesan alîkarî û xebatan dike li navçeya Hazroya Diyarbekirê temsîlkarî vekir.

Ekleme: 15.12.2024 14:30:25 / Güncelleme: 15.12.2024 14:30:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Temsîlkarî li ser Kolana Şehîtlîkê ya li Taxa Hurrîyetê hat vekirin. Bernameya vekirina temsîlkarîyê bi tîlaweta Quranê dest pê kir û bi axavtina Alîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Yetîman Cahît Cemîl Unsal berdewam kir.

Unsal di axavtina xwe de got ku ji ber vekirina temsîlkarîya li Hezroyê ew kêfxweş in û dûre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Divê bes bi nezereke maddî li meseleya wan kesên êtîm û sêwî neyê mêzekirin. Lewra îxtiyaca wan zarok û malbatên sêwî û yetîm bi mistanê jî heye. Her wisa îxtîyaca wan bi  ziyaretkirinê, xwedîderketin û gotinên xweş  jî heye. Ev yek li ba Xwedê tiştekî gelekî bi qedr û qiymet e. Ji ber vê yekê em ji vê yekê mesûl e. Xweda vê yekê bike wesîleya xêr û bereketê.”(ÎLKHA)