Sazîyên alîkarîyê li Sûrîyê xwarina germ û nan belav kirin

Karwana Hêvîyê ya ku piştî hilweşîna rejîma Esed a ku 61 salan berdewam kir re destê alîkarîyê ji gelê Sûrîyê re dirêj kiribû ku sazî van alîkarîyên xwe digel çend sazîyên bira didomîne.

Ekleme: 15.12.2024 14:15:27 / Güncelleme: 15.12.2024 14:15:27 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber şer û pevçûna navxweyî ya ku 11 salan berdewam kir û ji ber zilm û zordarîya rejîma Esed a ku ev bû 61 sal berdewam dikir û bi dawî bû gelê Sûrîyê perîşan, koçber û hejar bûbû ku sazîyên alîkarîyê yên navneteweyî bi lez û bez ji bo gelê Sûrîyê xebatên alîkarîyê dan destpêkirin.

Karwana Hêvîyê ya ku piştî hilweşîna rejîma Esed a ku 61 salan berdewam kir re destê alîkarîyê ji gelê Sûrîyê re dirêj kiribû ku sazî van alîkarîyên xwe digel çend sazîyên bira didomîne.

Erdal Elîbuyukê Alîkarê Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê derbarê mijarê de nirxandinan kir  û got “Em a niha li herêma Efrînê ne. Li vê derê ji çend qewman însan hene. Em li vê derê xwarina germ û nan belav dikin. Em hêvî dikin însanên li vê derê di demeke nêz de xwe bidin hev û êdî nebin mixtacê tu kesî. Em ê vê yekê digel hev bikin. Xweda xêra wan kesên xêrxwaz qebûl bike.”(ÎLKHA)