Li Xezzeyê rojnamegerekî dinê jî hat şehîdkirin

Îşxalkerên sîyonîst, di êrîşa ku li Xezzeyê li dar xist de rojnamegerekî Filistînîyê dinê jî şehîd kir.

Ekleme: 15.12.2024 12:15:04 / Güncelleme: 15.12.2024 12:15:04 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Muhammed Baluşeyê muxabirê qanala El Meşhed a Libnanê yê li Xezzeyê di êrîşa siyonistan de hat şehîdkirin.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji roja 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve ku rejima îşxalker dest bi qirkirinê kiribû heta niha 195 rojnameger hatine şehîdkirin.

Hedefgirtina rojnamegeran ên ji teref artêşa îşxalker ve hat şermezarkirin. (ÎLKHA)