Li Xezzeyê di êrîşên îşxalkeran de 15 Filistînî şehîd bûn

Li Xezzeyê di êrîşên îşxalkeran a ku li dijî mal û dibistanên ku koçberên ji cih û warên xwe bûbûn kirin hedef de, 15 Filistînî şehîd bûn.

Ekleme: 14.12.2024 16:55:04 / Güncelleme: 14.12.2024 16:55:04 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di êrîşên ku ji teref sîyonîstên îşxalker ve li Xezzeyê hatin kirin de 15 Filistînî şehîd bûn. Li gorî agahîyên ku ji çavkanîyên tenduristîyê hatine girtin, di encama hedefgirtina maleke malbata Sadullah a li herêma En-Nezle ya bajarokê Cibaliya de 4 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Di encama gulebarana îşxalkeran ku ji helîkopterê li Dibistana Jaffa ya li Taxa Et-Tuffah a bajarê Xezzeyê hat lidarxistin de jî, 2 kes şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn.

Hat destnîşankirin ku îşxalkeran li Beyt Lahîya Rewa ya li bakurê Xezzeyê jî gelek malan bi teqemenîyan hilweşandin. Li başûrê Xezzeyê jî tevahîya şevê bi topên hewanan Xan Yûnis, Kampa Nûsayrat û Kampa Megazîyê hatin hedefgirtin.

Di êrîşên îşxalkeran ên li noqteyên cuda de 15 kes şehîd bûn. (ÎLKHA)