Berxwedana li dijî êrîşên îşxalkeran ên li ser Şerîaya Rojavayê didome

Di dema ku sîyonîstên îşxalker bi şev û di saetên serê sibê de êrîşî bajar û bajarokên Şerîeya Rojava kirin, li Cenîn û Nablusê di navbera berxwedêrên Filistînê û îşxalkeran de pevçûn derket.

Ekleme: 14.12.2024 15:40:22 / Güncelleme: 14.12.2024 15:40:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sîyonîstên îşxalker îro danê sibê êrişî Zanîngeha El Xelîl û bajarokê Nahhalîn li rojavayê Beytlehîmê kirin.

Tûgaya Nablus a girêdayî Hêzên Qudsê yên baskê leşkerî yê Tevgera Cîhada Îslamî, ragihand ku li Kampa Balata ya li rojhilatê Nablusê wesayîteke leşkerî ya îşxalkeran bi bombeyeke bidestçêkirî rûxandine.

Dezgehên ragihandinê yên Filistînî dîmenên vîdyoyê belav kirin ku tê de nîşan dide ku dema teqemenîya bidestçêkirî teqîyaye û piştre jî wesayiteke leşkerî hatîye rûxandin.

Tûgaya Nablusê ragihand ku Tûgaya Es-Sayletu'l-Harisiyye jî li nêzî nuqteya leşkerî ya Salimê gule li sîyonîstên îşxalker barandin.

Çavkanîyên herêmî diyar kirin ku li nuqteya kontrolê ya leşkerî ya Salim a li nêzî Cenînê di navbera îşxalkeran û berxwedana Filistînê de pevçûn derket.

Sîyonîstên îşgalker şeva buhurî êrîşî gelek gund û bajarokên Şerîeya Rojavayê kirin. Di dema êrîşa îşxalkerîyê ya li ser bajaroka Yabed a li başûrê rojavayê Cenînê de, berxwedana Filistînê bi teqemenîya destçêkirî êrîş li îşxalkeran kir.

Hat diyarkirin ku sîyonîstên îşxalkar li herêma Belde ya kevin a Qudsê ciwanê bi navê Îhab Ebû Şerh xistin û wî desteserkirin.

Sîyonîstên îşxalker li gundê Benî Salih ê Ramallahê 2 ciwan demekê desteserkirinû li gundê Ummu Safa yê li derdora wê lêgerîn kirin.

Li ber deriyê rojavayê bajarê Tegua Beytlehmê di navbera îşxalkeran û Filistînîyan de pevçûn derket.

Sîyonîstên îşgalker Emîr Mîtan ê 14 salî li gundê Burkayê li rojhilatê Rimêlanê bi ser mala wî de girtin û Rayyan Muflih ê 14 salî piştî demekê desteser kirin serbest berdan. (ÎLKHA)