Îşxalkeran bi darê zorê gundîyên Sûrîyeyê koçber dikin

Ji ber zextên sîyonîstên îşxalker, sivîlên sûrî li herêma Quneyterê neçar dimînin ku malên xwe terk bikin.

Ekleme: 14.12.2024 13:35:23 / Güncelleme: 14.12.2024 13:35:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li herêma Quneytra ya Sûrîyeyê ji ber zextên îşxalkeran sivîl neçar dimînin ku malên xwe terk bikin. Li herêmê gelên herêmê bi zexta koçkirina bi darê zorê re rû bi rû dimînin, ev rewş rastî bertekên navneteweyî tê.

Gel diyar kir ku pêvajoya jicîhûwarkirina bi darê zorê trajediya Xezzeyê tîne bîra wan û bang li civaka navneteweyî dikin ku li dijî qeyranên mirovî tevbigerin.

Kesên ku neçar man malên xwe li Quneytrayê terk bikin di peydakirina stargeh, ewlehî û hewcedarîyên xwe yên bingehîn de zehmetîyan dikşînin. Li gorî agahîyan rewşa mirovî ya li herêmê her ku diçe xirabtir dibe. (ÎLKHA)