Rejima sîyonîst agirbesta ku bi Libnanê re kiribû dîsa îxlal dike

Rejima îşxalker a sîyonîst, agirbesta ku bi Libnanê re îmze kiribû di roja 17emîn de îxlalkirina xwe berdewam dike.

Ekleme: 14.12.2024 12:09:22 / Güncelleme: 14.12.2024 12:09:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Balafirên herbê û ÎHAyên artêşa îşxalker, Sayda û Sûrê ku li başûrê Libnanê re êrîşên asîmanî li dar xistin.

Hat îfadekirin ku ji bajarê Sûrê, eş-Şaîtîyye û bajaroka en-Nakuraya ku di navbera gelî û Çîyayê el-Batumê de ye re êrîş hatin lidarxistin.

ÎHAyên sîyonîstan di serî de li ser navenda bajara Sûrê û bajarokên Ayn Baal, Batulîye, Hanavîye, Kana, el-Kalîle û El-Mansûrîyeyê firîyan.

Herêma es-Senîber û el-Bîsarîyeyê jî bûn hedefên balafirên herbê ya îşxalkeran.

Artêşa îşxalê, ji 27ê Mijdara ku agirbestê îlan kiribû vir ve 220 caran îxlalan pêk anît, di van êrîşan de jî 30 kesan qetil kir, 33 kesan jî birîndar kir. (ÎLKHA)