Li Nîgdeyê qeza: 2 jê polês 6 birîndar

Li Nîgdeyê wesayîta polêsan û wesayîteke sîvîl li hev qelibîn, di encama qezayê de 2 jê polês 6 kes birîndar bûn.

Ekleme: 14.12.2024 11:25:20 / Güncelleme: 14.12.2024 11:25:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li Taxa Şahsuleymana navenda Nîgdeyê pêk hat.

Hat îfadekirin ku wesayîtek û wesayîta polêsan, li Bûlwara Emîn Erîşîngîlê ji ber sedemeke ku hêj nediyare li hev qelibîn.

Hat îfadekirin ku bi tesîra qezayê wesayîta polêsan teqle avêt.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re gelek ekîbên tenduristî û polês hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de peyayek û 2 polês birîndar û 3 kesên di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Lêgerîn û Perwerdehî ya Zanîngeha Omer Halîsdemîr re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)