Li Haîtîyê di êrîşa çeteyên çekdar de 20 kes mirin

Li Haîtîyê di encama êrîşa li dijî avahiyeke çeteyên çekdar de 20 sivîlan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 14.12.2024 09:45:05 / Güncelleme: 14.12.2024 09:45:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Avahiya li taxa Petite Riviere ya paytext Port-au-Prince ji teref çeteyên çekdar ve hat girtin.

Di êrîşê de zarok jî di nav de 20 kes mirin.

Polîsên Haîtîyê çeteyê bi navê Luckson Elan ji êrîşê berpirsyar girtin û ragihandin ku ji bo girtina êrîşkaran operasyon hatiye destpêkirin.

Li Haîtîyê di dawiya hefteyê de di encama êrîşên çeteyan de 187 kesan canê xwe ji dest dan.

Li welatê ku çeteyên çekdar ji sedî 80 ê paytextê kontrol dikin, şîdet zêde dibe.

Li gorî daneyên Ofîsa Yekgirtî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Haîtîyê, ji serê salê û vir ve zêdetirî 5 hezar kesî di encama êrîşên çeteyên çekdar de canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)