Li Şerîaya Rojavayê di 24 saetên dawî de 30 çalakîyên berxwedanê hatin lidarxistin

Li Şerîaya Rojavayê di nava 24 saetan de 30 çalakîyên berxwedanê hatin lidarxistin, îşxalkerek hate kuştin û 3 îşxalker jî birîndar bûn.

Ekleme: 13.12.2024 16:40:19 / Güncelleme: 13.12.2024 16:40:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya çapemeniyê ya ku ji teref Navenda Ragihandinê ya Filistînê "Ma'ta" ve hat dayîn de hat destnîşankirin ku di çarçoveya operasyona "Tofana Eqsayê" ya ku di 7ê Cotmeha 2023an de li Xezzeyê hat destpêkirin de li Şerîaya Rojavayê operasyonên berxwedanê dewam dikin.

Li gorî rapora Ma'tayê, 7 ji wan çalakîyan ji êrîşên çekdarî yan jî şerê çekdarî pêk hatiye. Ji vana ya herî girîng jî çalakiya çekdarî ya li benda kontrolê ya leşkerî ya En-Nefak a Beytlehmê pêk hat û di encamê de îşxalkerek hat kuştin û 3 îşxalker jî birîndar bûn e.

Li bajarên Nablus, Cenîn, Qalqîlya, Tulkerem û Ramallahê pevçûnên çekdarî, teqemenî, avêtina keviran û bombekirina agir rû dan. (ÎLKHA)