Ji teref Ofîsa Necîbe Mîkatî Serokwezîrê Lubnanê ve derbarê armanckirina bajarê Xiyamê li başûrê Lubnanê ya ji teref rejîma sîyonîst ve daxuyanîyek hat dayîn.
Di daxuyaniyê de weha hat gotin, "Tenê 24 sal piştî ku artêşa Lubnanê ji bo bicihanîna biryara agirbestê dest bi bicihbûna li herêmên Xiyam û Mercayûnê kir, di êrîşên dijmin ên îsraîlê yên li ser bajarokê Xiyamê de kuştî û birîndar hene."
Di daxuyaniyê de bang li welatên ku piştgiriyê didin agirbestê hat kirin ku li hemberî êrîşan helwesteke zelal nîşan bidin û êrîşan rawestînin.
Her wiha hate gotin ku divê lijneya şopandina bicihanîna agirbestê îxlalkirinên rejîma îşxalker bê çareserkirin. (ÎLKHA)