Li Dadgeha Bûrsayê êrîşa çekdarî: 2 mirî 2 birîndar

Li Edlîyeya Bûrsayê di eywana rûniştinê de bi çekan êrîş hat lidarxistin. Li gorî diyarîyên ewil 2 kesan canê xwe ji dest dan, 2 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 13.12.2024 13:55:26 / Güncelleme: 13.12.2024 13:55:26 / Xeberen Kurdi / Bursa Haberleri
Destek için 

Bûyer, di Seraya Edalet a Bûrsayê de pêk hat. Di dema rûniştina ku di Dadgeha Cezaya Giran a 6emîn ya Bûrsayê de dihat dîtin de, li gorî îddîayan ji teref bavê miştekî ve ji du bersûcan re gule hat reşandin.

Li ser xeberdayînê ji edlîyeyê re gelek ekîbên tenduristî û ekîbên ewlehîyê hatin sewqkirin û avahîya dadgehê jî hat valakirin.

Derheqê bûyerê de ji teref Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç ve jî daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîya Tunç de hat îfadekirin 2 cenderme birîndar bûne.

Tunç di daxuyanîya xwe de weha got:

“Derheqê êrîşa çekdarî ya ku di dema rûniştinê de li Edlîyeya Bûrsayê pêk hat de ji teref Serdozgerîya Komarî ya Bûrsayê ve tehqîqata edlî hatîye destpêkirin.

Di çarçoveya tehqîqatê de; şikdar K.E. ku bavê miştekîye û bi çekê bûye sedema mirina 2 kesan û birîndarbûna 2 cendermeyan bi tevî çeka xwe hatîye qefaltin, 10 kesên ku alîkarîya şikdar kirine û tê texmînkirin ku di nav bûyerê de îhmala wan hene jî hatine binçavkirin.

Tehqîqata ku hatîye destpêkirin bi tîtîzî û berfirehî berdewam dike.” (ÎLKHA)