Qessam wesayît û leşkerên îşxalker bêtesîr kirin

Tûgayên Qessam, 3 wesayîtên îşxalkeran û 2 leşkerên li kampa Cebeliyê bi sekvanan hedef girtin.

Ekleme: 13.12.2024 09:55:21 / Güncelleme: 13.12.2024 09:55:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tûgayên El-Qessam ên baskê leşkerî yê tevgera HAMASê doh di daxuyanîya xwe ya da de diyar kirin ku wan 3 wesayîtên hêzên îşxalker kirine hedef û li bakurê Xezzeyê bi fîşekek sekvanî 2 leşkerên sîyonîst xistine hedefê. Tûgayan mewzîyên li eksena Netzarimê jî bi topên hawanan îmha kirin.

Qessam destnîşan kir ku wan li herêma "Bloka 2yemîn" a kampa Cebeliyê ya li bakurê Xezzeyê li 2 leşkerên sîyonîst xistine û destnîşan kir ku wan bi du buldozerên sîyonîst "D9" û barhilgira personelê "Tîger" bi bombeya "Şuwaz" hedef girtine.

Tûgayên Qessam ragihandin ku wan mewzîyên dijmin ên li eksena "Netzarim" li başûrê bajarê Xezzeyê jî bi topên hawanên giran û roketên Racûm 107 mm hedef girtin. (ÎLKHA)