Li Wanê ji perwerdehîyê re astengîya berfê

Ji ber barîna berfeke zêde, cemed û mijê ku tesîra xwe li Wanê dewam kir, perwerdehî jî hatin rawestandin.

Ekleme: 13.12.2024 09:35:23 / Güncelleme: 13.12.2024 09:35:23 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Walîtiya Wanê ragihand ku ji ber barîna berfa zêde, cemed û mijê ya ku tesîrê li bajêr dike îro li hemû sazîyên perwerdehîya fermî û nefermî wê 1 roj were sekinandin.

Xebatkarên astengdar û ducanî yên ku di sazî û raya giştî de dixebitin jî ew ê di betlaneya îdarî de bên dîtin.

Dayîkên karker ên ku zarokên wan diçin kreş û pêşîya dibistanê jî wê di betlaneyê de bêne hesibandin. (ÎLKHA)