Li Artvînê qeza: 1 mirî, 1 birîndar

Li navçeya Hopaya Artvînê wesayîtek li tirekî qelibî, di encama qezayê de kesekî canê xwe ji dest da, kesekî jî birîndar bû.

Ekleme: 12.12.2024 13:40:19 / Güncelleme: 12.12.2024 13:40:19 / Xeberen Kurdi / Artvin Haberleri
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, wesayîta ku di rê de diçû, ji paş ve li tirekî qelibî. Di encama qezayê de mirovekî ku navê wî nehat hînbûn canê xwe ji dest da, şofêrê wesayîtê jî birîndar bû.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên îtfaîye, tenduristî û AFADê hatin sewqkirin. Şofêrê ku giran birîndar bûbû jî ji teref ekîbên tenduristîyê ve ji Nexweşxaneya Dewleta Hopayê re hat rakirin û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Etiketler: