Di êrîşa îşxalkeran de li Xezzeyê 37 kes şehîd bûn

Di êrîşa ku li Xezzeyê hat kirin de ekîbên alîkarîya însanî û sîvîl hatin hedefgirtin. Di encamê de 37 Filistînî şehîd bûn, herî kêm 30 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 12.12.2024 13:35:22 / Güncelleme: 12.12.2024 13:35:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat îfadekirin ku li dijî sîvîlan êrîşên asîmanî hatin lidarxistin. Di êrîşan de, bajarên Xan Yûnis û Refahê hatin hedefgirtin. Di encama êrîşa ku li dijî mirovên ku ewlehîya qamyonên alîKarîyê dikirin hat lidarxistin de 15 kes şehîd bûn, nêzê 30 kesan jî birîndar bûn.

Li Kampa Nuseyratê jî, balafirên sîyonîstan, mala El-Lewha ku malbata Hebbaşê ji bo demekî xwe sipartibûn hedef girt. Di van êrîşan de jî 15 Filistînî şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Midûrtîya Parastina Sîvîl a Xezzeyê, daxuyand ku di du êrîşên cuda yên ku li Çarrêya Nasra li Mewasîyê û CeddeyA Behra Refahê hatin lidarxistin de jî şehîd û birîndar hene.

Xeyn ji van agahîyan li Ceddeya Celaya Xezzeyê jî ji avahîyekî re êrîş hat lidarxistin û di vê êrîşê de jî 7 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn. Di navbera birîndaran de zarok jî hene. (ÎLKHA)