Avêtina fuzeyan a ji Xezzeyê ya ji teref berxwedanê ve ji alîyê leşkerî ve tê çi maneyî?

Pisporê leşkerî teqawîtbûy Albay Hatem Kerîm El-Felahî, bal kişand ku avêtina roketan a ji Xezzeyê ya berxwedanê nîşan dide ku ew çiqas jî sînordar bin xwedî hûner û îmkanan e.

Ekleme: 12.12.2024 11:40:24 / Güncelleme: 12.12.2024 11:40:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Tûgayên Îzzeddîn El Qessam di rojên dawîn de li Kampa Cebalîyeya Xezzeyê wesayîtekî bizirx a sîyonîstan bi teqemenîyekî bi navê “Şuwaz”ê îmhe kirin û îşxalkeran kuştin û birîndar kirin.

Xeyn ji vê agahîyê, Serîyyeyên Qudsê ya baskê leşkerî ya Tevgera Cîhada Îslamî jî daxuyand ku ew li Xan Yûnisê balafirekî bêînsan yê hewayê ya ji tîpa “Ma’oz”ê bidestxistine û vê wesayîtê jî pêşîya wezîfeyên xwe yên operasyonekî li dar xistine û dîmenên wî jî parvekirine.

Digel 430 rojên ku derbas bûye komên berxwedanê çalakîyên xwe yên ji bejahî û hewayê didomînin.

Pisporê leşkerî teqawîtbûy Albay Hatem Kerîm El-Felahî, qabilîyetên leşkerî yên digel hemû êrîşên îşxalê nirxand.

El-Felahî ku ji El Cezîreyê re axivî, got ku artêşa îşxalê di warê stratejîyê de avantajên wan ên mezin hene, encax di warê taktîkî û operasyonelî de û di alîyê zayîadên însanî û amûrî de bedêlên giran didin.

Felahî, destnîşan kir ku endamên berxwedanê hema hema her roj çalakîyekî li dar dixin û van çalakîyên wan jî bi serfirazî encam dibin.

Pispor bal kişand ku digel sînordarîya berxwedanê xwedî îmkan û hûnerên muhîm in. Ji ser herbê 430 rojî zêdetir roj derbas bûye em jî peyameke muhîm di nav xwe de dihewîne. (ÎLKHA)