Ukrayna çekên Emrîkayê bikaranît

Wezareta Parastin a Rûsyayê, daxuyand ku Ukrayna, ji balafirgeha leşkerî ya li herêma Rostovê ku li ser axên Rûsyayê ye re bi fuzeyên Sîstema Fuzeyên Taktîk ên Bejahîyê (ATACMS) ku ji teref Emrîkayê ve hatîye çêkirin êrîş li dar xist.

Ekleme: 12.12.2024 11:05:22 / Güncelleme: 12.12.2024 11:05:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastin a Rûsyayê ve hat belavkirin de hat îfadekirin ku artêşa Ukraynayê, ji balafirgeha leşkerîya li bajara Taganroga li herêma Rostovê ku li ser axên Rûsyayê ye re bi çekên ku hessasîyetên wan zêdene û ji teref Emrîkayê ve hatine çêkirin êrîş li dar xist, “Di encama lêkolînên ku hatîye kirin de, di êrîşê de 6 heb fuzeyên ATACMSê hatine şixulandin. Ji van fuzeyan jî du hebên wan ji teref Sîstemên Parastina Hewayê ve hatîye îmhekirin, yên dinê jî bi wesayîtên ceryanê ve hatine astengkirin.”

Hat îfadekirin ku parçeyên fuzeyan ên ku hatine îmhekirin ketine xwarê û di encamê de personelên leşkerî birîndar bûne, 2 avahîyên aîdê balafirgehê, 3 wesayîtên leşkerî û wesayîtên aîdê sîvîlan xesarê dîtine, “Ew ê ev êrîşa ku çekên bi menzilên wan dirêj in û ji teref rojavayê ve hatîye çêkirin bêbersiv nemîne. Wê di vî warî de gavên hewce bêne avêtin.” (ÎLKHA)