Ji bo Xezzeyê dest bên vekirin û dua bê kirin

Hat destnîşankirin ku ew ê roja Pêncşemê wê piştî nimêja eşayê hem ji bo Xezzeyîyan hem jî ji bo mezluman di hemû camîyan de dua bê kirin.

Ekleme: 12.12.2024 10:50:22 / Güncelleme: 12.12.2024 10:50:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serokê Karên Dîyanetê Alî Erbaş weha daxuyand, “Di şeva Înê de em tev bi malbatî di camîyan de ne. Em Xezzeyê bîrva nakin.”

Erbaş, destnîşan kir ku ew ê roja Pêncşemê wê piştî nimêja eşayê li çar alîyê welat di hemû camîyan de ji bo Xezzeyîyan û ji bo xelasîya mezluman dua bê kirin, “Ez hemû xûşk û birayên xwe dawetî duayên ku wê di camîyên me de di nav atmosferekî menewî de bêne kirin dikim.” (ÎLKHA)