Li Xezzeyê rojnamegerekî dinê jî hat şehîdkirin

Îşxalkerên sîyonîst, di êrîşa ku li Xezzeyê li dar xist de rojnamegerekî Filistînîyê dinê jî şehîd kir.

Ekleme: 12.12.2024 10:20:24 / Güncelleme: 12.12.2024 10:20:24 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ofîsa Medyaya hikûmeta li Xezzeyê, daxuyand ku artêşa îşxalê di êrîşa ku li Taxa Şêx Ridwanê li dijî malekî li dar xist de Îymam Hatîm eş-Şantî ku di Radyoya Dengê Eqsayê de wek rojnamegerekî dixebitîya şehîd kir.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku ji roja 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve ku rejima îşxalker dest bi qirkirinê kiribû heta niha 193 rojnameger hatine şehîdkirin.

Hedefgirtina rojnamegeran ên ji teref artêşa îşxalker ve hat şermezarkirin. (ÎLKHA)