Wezîr Bolat ku bi tevî lijneya bi xwe re ku ji bo Civîna Dewra 29emîn a Komîsyona Aborî ya Tevlîhev a Îran-Tirkîyeyê hatibû Tehranê, di civînê de bi Serokkomarê Îran Pezeşkîyan re hevdîtinê kir.
Li gorî daxuyanîya ku ji teref Serokkomarîya Îranê ve hatîye belavkirin, Pezeşkîyan di hevdîtinê de, bal kişandîye ku hewceye minasebetên navbera herdu welatan bêne qewetkirin û ev minasebet jî gelek muhîm e, dema ku bi Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re jî hevdîtinê kirine vê meseleyê bidestxistine.
Pezeşkîyan ku îfade kir ji rêyên ragihandina bazarên bazirganî ya Îslamê heta potansîyelên dinê parvekirina qapasîteyên ew ê ji herdu welatan re jî fêdeyê bide, “Divê em pirsgirêkên navbera xwe di nav biratîyê de çareser bikin û qeweta alema Îslamê jî bi pratîkî qewettir bikin.”
Bolat jî destnîşan kir ku ew ji bona ku bazirganîya di navbera herdu welatan de bighêjînin 30 milyar dolarî xebateke mezin li dar dixin, Tirkîye jî dixwaze ku bi Îranê re peymana di warê enerjîyê de nû bike.
Wezîr Bolat îfade kir ku ew ji bo armanca hêsankirina bazirganîya nav herdu welatan ew ê derîyên sînoran modernîze bikin û weha got, “Em bi tevî Îranê ji bo vekirina 2 derîyên nû dixebitin. Ji bo qewetkirina bazar û derbasbûnên ji sînoran qewettir bikin jî dixebitin.” (ÎLKHA)