Di êrîşa işxalkeran de rojnamevanek jî di nav de 9 kes şehîd bûn

Di encama bomberdûmankirina gelek herêmên Xezzeyê de 9 kesên ku di nav wan de rojnamevaneki jî hebû şehîd bûn.

Ekleme: 11.12.2024 17:45:05 / Güncelleme: 11.12.2024 17:45:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Siyonîstên îşxalker li taxa Şêx Ridvan a Xezzeyê êrişî avahiyeke niştecihbûnê kirin.

Di êrîşê de rojnamegera jin Îman El-Şantî û kurê wê Bîlal jî di nav de 5 kes şehîd bûn.

Di êrîşa îşxalê ya li ser kampa El-Megazî de kesek şehîd bû, êrîşa din jî li ser nuqteya şarjê ya telefonê ya li rojhilatê bajarê Dêr El-Belah li navenda Xezzeyê hate kirin. Di vê êrîşê de kesek şehîd bû.

Di bomberdûmana herêma El-Mevasî ya li rojavayê Refahê de 2 sivîlên din şehîd bûn.

Artêşa dagirker ji 7ê Cotmeha 2023an û vir ve êrîşên xwe yên ji aliyê bejahî, deryayî û hewayî yên li ser Xezzeyê didomîne û di encamê de 44 hezar û 805 kes ku piraniya wan jin û zarok in şehîd bûne û 106 hezar û 257 kes jî birîndar bûne. Ji ber ku hîn bi hezaran qurbanî di bin xirbeyan û li ser rêyan de ne, ambulans û tîmên rizgarkirinê nikarin xwe bigihînin wan. (ÎLKHA)