Rejima qirker li Xezzeyê qetlîamê kir: Herî kêm 25 şehîd

Sîyonîstên îşxalker, li Xezzeyê êrîşî du malan kir, di encamê de herî kêm 25 kes şehîd bûn, gelek kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 11.12.2024 11:20:21 / Güncelleme: 11.12.2024 11:20:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Artêşa qaşo yê rejima îşxalker êrîşên xwe yên li dijî Xezzeyê bênavber didomîne.

Balafira herbê ya aîdê îşxalkeran, êrîşî mala ku nêzê Nexweşxaneya Kemal Advanê ye û sîvîl di nav de bûn kir.

Di êrîşê de 18 kes şehîd bûn.

Hat îfadekirin ku hêj 12 kes di bin enqaza avahîyê de ne û hêj nehatine derxistin.

Li herêma Safîna başûrrojavaya Kampa Penaberan a Nuseyratê jî malekî hat bombekirin, di encama vê bomberdûmanê de jî 7 kes şehîd bûn, 6 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)