Guleyên ku ji Sûrîyeyê hatin avêtin ketin Nisêbînê: 2 kes birîndar bûn

Li bajara Qamişloya Sûrîyeyê endamên YPGê ketina rejima Esedê pîroz kirin û guleyan avêtin, guleyên ku hatine avêtin ji navçeya Nisêbîna Tirkîyeyê re ketine. Di bûyerê de 2 kes birîndar bûn.

Ekleme: 09.12.2024 12:20:22 / Güncelleme: 09.12.2024 12:20:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Piştî ketina rejima Esedê li Sûrîyeyê pîrozbahî hatin kirin, di encama wê pîrozbahîyê de ji navçeya Nisêbîna Mêrdînê re jî ji alîyê Qamişloyê gule ketin.

Guleyên ku ketin, ji cîhên cuda re îsabet kirin û ji wesayîtan re jî zerarê dan.

Di bûyera ku pêk hatîye de zilamekî 21 salî û pîrekek birîndar bûn.

Ji birîndaran yek ha temelîyatkirin yê dinê jî li ser pîya tedawîya wê hat kirin.

Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş in. (ÎLKHA)