Îşxalkeran êrîşî Xezzeyê kirin: 6 şehîd

Di êrîşên siyonîstên îşxalker ên ser Xezzeyê de piraniya wan jin û zarok 6 Filistînî şehîd bûn.

Ekleme: 08.12.2024 15:45:22 / Güncelleme: 08.12.2024 15:45:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di êrîşên ku ji teref siyonîstên îşxalker ve li deverên curbecur ên Şerîda Xezzeyê hatin kirin de 2 jê zarok 2 jê jin 6 filistînî şehîd bûn.

Îşxalkeran konê ku Filistîniyên jicîhûwarkirî li herêma Meşaale ya li başûrê rojavayê Deyr el Belahê tê de bi cih bûne bombe kirin.

Di êrîşê de 2 jê zarok û yek jin 5 filistînî şehîd bûn û gelek kes jî birîndar bûn. Li bajarê Xezzeyê, îşxalkera bi helîkopterekê êrişî mala malbata “Gafrî” kirin.

Di encama bomberdûmanê de jineke Filistînî şehîd ket û gelek kes jî birîndar bûn. Her wiha îşxalkerna li başûrê Taxa Sabra û derdora qada zanîngehê ya li başûrê bajarê Xezzeyê fîşek avêtin.

Îşxalkerên ku li herêmên Tewwam û Saftavî yên li bakurê rojavayê bajarê Xezzeyê bi cih bûne, bi tundî malên filistîniyan gulebaran kirin û derdora herêma Kerame jî bi mûşekan hedef girtin.

Li bajarokê Beyt Lahiyê, dema ku balafirên şer ên îşxalê li pey hev êrîşên xwe pêk dianîn, ji bejahiyê jî topên hawanê hatin avêtin. Her wiha li herêma Cemiye Tatvir a Beyt Lahiyê mal hatin şewitandin.

Siyonîstên îşxalker bi tundî li herêmên rojavayê herêma Cibaliyê gulebaran kirin û malên li Kampa Cibaliyê teqandin. (ÎLKHA)