Sîyonîstên îşxalker dîsa li Xezzeyê êrîşî sîvîlan kirin

Di êrîşa esmanî ya ku li Xezzeyê li malekê hat kirin da 3 Filistînî hatin qetilkirin û gelek kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 08.12.2024 10:20:21 / Güncelleme: 08.12.2024 10:20:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rêveberiya Berevaniya Sivîl a Xezzeyê ragihand ku di encama bombebarana sîyonîstên îşxalker li ser maleke malbata Şahîn a li herêma Tuffah a rojhilatê bajarê Xezzeyê de, 3 Filistînî şehîd bûne û gelek kes jî birîndar bûne.

Li mal û xanîyên derdora wê ji aliyê balafirên şer ên îşxalkeran ve wêranîyeke mezin rû da.

Xebatên lêgerîn û xilaskirinê yên ekîban dewam dikin.

Li êrîşên rejîma sîyonîst ser Xezzeyê ji 7ê Cotmehê ve 44 hezar û 664 Filistînî ji wan nêzîkî 17 hezar û 492 zarok û 11 hezar û 979 pîrek şehîd bûn û 105 hezar û 976 kes jî birîndar bûn. (ÎLKHA)