Leşkerên îşxalker li Şerîaya Rojavayê ciwanekî qetil kirin

vSiyonîstên îşxalker li cîhê kontrolê ya Qelandiya li Şerîeya Rojavayê ciwanekî bi guleya rasterast şehîd kirin.

Ekleme: 07.12.2024 14:55:19 / Güncelleme: 07.12.2024 14:55:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî çapemenîya mehellî leşkerên îşxalkeran bi qestî ciwanê bi navê Tarık Gazavna li nuqteya kontrolê ya sîyonîstên Qelandiya ya li bakurê Qudsê gulebaran kirin.

Ekîbên Heyva Sor ên ku xwestin xwe bigihînin Gazavayê, diyar kirin ku ew ji bajarokê El-Ram e, ji teref îşxalkeran ve hatin astengkirin. Ekîb piştre gihiştin Gazavayê û cenazeyê şehîd rakirin nexweşxaneyê.

Paşê jî hêzên îşxalker wesayîtên sivîlan asteng kirin ku têkevin nuqteya kontrolê. (ÎLKHA)