Îşxalkeran, 34 êsîrên ku desteserkiribû serbest berda

Sîyonîstên îşxalker, berîya du mehan di êrîşa ku li bakurê Xezzeyê li dar xistibû de 34 êsîran girtibû, niha wan êsîran serbest berda.

Ekleme: 06.12.2024 12:15:19 / Güncelleme: 06.12.2024 12:15:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku ji Navenda Enformasyona Filistînê ve hatine bidestxistin, rewşa êsîrên ku ji Derîyê Kerem Ebû Salîmê hatine serbestberdan xerab in, ji bona ku bêne tedawîkirin ji Nexweşxaneya Ewrûpa ya Xan Yûnisê re hatin birin.

Hat îfadekirin ku di navbera êsîrên ku hatine serbestberdan de Mansur Eş-Şewayê ku kerr bû jî heye, ji ber ku pirsên ji wî re hatine pirsîn nebersivandîye hatîye serbestberdan.

Li gorî daxuyanîya Serokê Lijneya Yên ku Gihaştine Azadîyê û Êsîrên Filistînê Kaddura Farîs, ji 7ê Cotmeha sala 2023yan vir ve ku rejîma îşxalker dest bi êrîşan kir heta niha 2 hezar û 500 mirov li Xezzeyê hatine desteserkirin û di zindanan de têne girtin.

Îşxalkeran li bakurê Xezzeyê hemû nîşanên jîyanê tune dikin. Îşxalkerên ku bi êrîşên asîmanî taxên Xezzeyê bi temamî tune dike, nahêle ku ji herêmê re av û xwarin jî bikeve.

Sazîyên alîkarî û tenduristîyê yên li Xezzeyê, destnîşan dikin ku bîrên avê û tesîsên ku ehemmîyeta wan a jîyanî hene jî nikarin xizmetê bidin. (ÎLKHA)