Kurtaran: Alîkarîyên ku ji bo Filistînê têne kirin ne wek rojên ewil in

Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran ku destnîşan kir ji ber qirkirina rejîma îşxalker a li Xezzeyê krîzekî ciddî ya însanîyetê tê jîyandin, ji xêrxwazan re bang kir ku bila alîkarîyên xwe wek rojên ewil bidomînin.

Ekleme: 06.12.2024 11:40:20 / Güncelleme: 06.12.2024 11:40:20 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rejîma sîyonîst li Xezzeyê qirkirinên xwe didomîne, ji ber vê yekê di warê alîkarîyê de jî gelek zehmetî têne kişandin.

Li Tirkîyeyê jî di serî de sazîyên civakî ya sîvîl dûre gel bi tevî xêrxwazan ji Filistînê re alîkarîyên xwe berdewam dikin, lê ji ber ku dem dirêj bûye hessahîyet jî kêm bûye.

Serokê Giştî yê Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran ji ÎLKHAyê re axivî, Kurtaran di axavtina xwe de bang kir ku bila xêrxwazan li gorî rojên ewil bi heman hessasîyetê alîkarîyên xwe bidomînin, çîmkî birînên li wê derê gelek kur in.

Kurtaran di axavtina xwe de weha got, “Piştî 7ê Cotmehê êrîşên çeteyên rejîma îşxalker dijwartir bû û hêna jî ew êrîşan berdewam dikin. Bi tevî 7ê Cotmehê em wek ummetî ji Filistînê re bûn dengekî ciddî. Di nav kelecanekî mezin de alîkarî hatin şandin. Encax ji ber ku alîkaîryan weka ku dihatin xwestin bêne şandin ji ber Misir û sîyonîstan ve nedihat şandin û girtina derîyan pirsgirêgekî mezin derxist holê.”

Kurtaran ku destnîşan kir ew wek Karwana Hêvîyê ji roja ewil heta niha alîkarîyên xwe yên wek şîva germ û ava paqij didomînin, ew ji roja ewil ve alîkarîya amûrên tibbî bikaranîtine weha got, “Niha bêdengîya însanîyet û ummetê heye.”

Kurtaran di berdewama axavtina xwe de weha got, “Hestyarîyekî weka berê niha tineye. Em vêya jî ji alîkarîyên ku ji me re têne şandin fêhm dikin. Ji bo însanan van tiştan êdî wek tiştekî normal hat dîtin… Em dixwazin ku ji bona xûşk û birayên me ji birçîbûnîyê bi temamî xelas bibin, ji şert û mercên zivistanê xwe biparêzin seferberîyekî îlan bikin lê ji ber ku alîkarî dereng dighêjin wan em naxwazin vêya bikin.”

Derheqê projeyên ku ji bo alîkarîyên zivistanê bêne kirin de jî agahî hat dayîn û Kurtaran axavtina xwe weha dawî kir:

“Li wê derê lazimatîyeke ciddî ji betanîyan re heye. Konên ku di bin tavê de peritîne êdî xera dibin. Em dixwazin ku xebatekî wek temîrkirina wan konan an jî belavkirina konên nû bikin û wan ji şert û mercên xeddar ên zivistanê xelas bikin… Me di demekî kurt de ji bo gihandina solan bang kiribû. Niha 15 hezar cot sol li Misirê amade ye.” (ÎLKHA)