Li Emrîkayê di mezinahîya 7an de erdhejek pêk hat

Li peravên bakurê Kalîforniyayê yên Emrîkayê di mezinahîya 7an de erdhejek pêk hat û rayedaran hişyariya tsûnamîyê dan.

Ekleme: 06.12.2024 10:05:21 / Güncelleme: 06.12.2024 10:05:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li peravên San Franciscoya eyaleta Kalîforniyayê ya Emrîkayê di mezinahîya 7an de erdhejek pêk hat.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ragihand ku li wîlayeta Kalîforniyayê ya Emrîkayê bi pileya 7.0 erdhejek pêk hat.

Piştî erdheja ku li peravên herêma Humbot a li bakurê Kalîforniyayê pêk hat, ji bo wîlayetên California û Oregonê hişyariya tsunamiyê hat dayîn.

Hat ragihandin ku erdhej 14 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.

Erdhej bi taybetî li bajarên peravê bi tundî hat hîskirin.  (ÎLKHA)



Etiketler: